Scholz: Pistgiriya ji bo Ukraynayê, dê berdewam be
PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku zehmet e mirov pêşbînî bike ka dê li Ukraynayê çi bibe û got, "Lê tiştek diyar e. Em ê alîkariya aborî, mirovî û her wiha piştgiriya çekan ji bo Ukraynayê berdewam bikin.”
Olaf Scholz ku di 3yê Adarê de li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin pêk hanîbû, di hevpeyvînekê de ligel CNNê şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand.
Scholz da zanîn ku Rusya li Ukraynayê wekî ku wî hêvî dikir bi ser neket û got ku Serokê Rusyayê Vladimir Putin di derbarê hêza Ukrayniyan û yekîtiya dostên wan ên ku piştgiriyê didin wan xelet e.
Olaf Scholz diyar kir ku zehmet e ku mirov pêşbînî bike bê ka dê paşê li Ukraynayê çi bibe û got,
"Em ê alîkariyên aborî û mirovî ji bo Ukraynayê û her wiha piştgiriya çekan berdewam bikin. Pêwîst e Putin fêm bike ku bi dagirkerî û êrîşên xwe yên emperyalîst nikare bi ser bikeve û divê leşkerên xwe vekişîne. Bingeha muzakereyan ev e."
Serokwezîr Scholz diyar kir ku welatê ku herî zêde li parzemîna Ewropayê di warê alîkariya aborî û leşkerî de piştgiriya Ukraynayê dike Almanya ye.
Scholz diyar kir ku ji ber şer tê fikirîn ku dê Almanya di warê aborî de zehmetiyan bikişîne û got, “Li Almanyayê qeyrana aboriyê tuneye. Tu kêmasiya gaza xwezayî û ne jî tiştekî wiha tuneye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin