Almanya: Pistgiriya me ya ji bo Ukraynayê dê berdewam be

29 tebax 2022 00:31
Almanya: Pistgiriya me ya ji bo Ukraynayê dê berdewam be

PeyamaKurd- Wezîra Karên Navxweyî ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser alîkariya Almanyayê ya ji bo Ukraynayê ragihand ku heta hewce bike, ew ê alîkariya wan ji bo Ukraynayê berdewam be.

Annalena Baerbock, bi rêya rojnameya Bild am Sonntag ragihand ku heta hewcedariya Ukraynayê hebe, ew ê alîkariya wan a leşkerî jî û ya aborî jî berdewam be.

Wezîr Baerbock da zanîn ku dibe şerê navbera Rusya û Ukraynayê, salên dûr û dirêj berdewam be.

Baerbock bal kişand ser helwesta hikûmeta Rusyayê û got,

“Rusya, dest ji ramana xwe ya ku Ukrayna di bin nîrê Rusyayê de be bernade. Lê belê daxwaza Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a ku Ukraynayê bi lez û bez desteser bike jî bi cih nehate. Helbet ez dixwazim şer bi dawî bibe.

Lê mixabin divê em wî hesabî bikin ku dê havîna pêşiya me, hewcedariya Ukraynayê, bi çekên giran ên dostan hebe. Ev ji bo min zelal e. Ukryana, azadiya me û pergalên me yên aştiyê diparêze û em jî alîkariya leşkerî û aborî didin Ukraynayê.”

Annalena Baerbock da zanîn ku kengî Putin dest ji bombekirina mirovan berde û tanqên xwe paşve bikişîne, dê agirbest pêkan be û encax Vladimir Putin vê fermanê bide.

Baerbock bi berdewamî got,  “Ez daxwaza Ukraynayiyan a radestkirina çekên zêdetir û lezgîntir fêm dikim. Lê belê di nav cebilxaneya me de pergalên wisa nûjen ku bikaribin bên veguhestin, tunene.”