Saziya Mafê Mirovan hejmara kustiyên 17 parêzgehan eskere kir
PeyamaKurd – Saziya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di 19 rojên xwepêşandanên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, tenê li 17 parêzgehan herî kêm 154 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin ku di nav wan de 9 zarok jî hene.
Berpirsê Saziya Mafên Mirovan Mehmûd Emîrîmuqedem da zanîn ku ev amara kuştiyan ya 17 parêzgehên Îranê ye ku zêdetirîn kuştî li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, Mazenderan, Gîlan û parêzgeha Urmiye hatine tomarkirin.
Emîrîmuqedem komkujiya li bajarê Zahidan ê Belûçistanê bi tundî şermezar kir û got, tawaneke dijî mirovahiyê hatiye kirin û bang li civaka navdewletî kir tawanên Îranê bişopîne.
Hêjayî gotinê ye, li gorî çavkaniyên cuda yên ji Îranê heta niha zêdetirî 400 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û hejmara birîndaran jî gelekî zêdetir e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin