Saziya Amerîkî ji bo pêsxistina gaza sirûstî 250 milyon dolar alîkarî dide

08 îlon 2021 20:34
Saziya Amerîkî ji bo pêsxistina gaza sirûstî 250 milyon dolar alîkarî dide

PeyamaKurd – Saziya Navdewletî ya Geşepêdanê ya Amerîkayê ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatên westgeha Kor Mor a gaza sirûştî 250 milyon dolaran alîkariya fînansê dabîn dike.

Hat ragihandin ku Saziya Geşepêdana Aborî ya Amerîkî ji bo piştevanîya xebatên berfirehkirina westgeha Kor Mor a gazê ya li Herêma Kurdistanê ku ji aliyê kompaniya Îmarat Dana Gas - Crescent Petroleum (DFC) ve tê birêvebirin, ligel konsorsîyoma Pearl Petroleum bi nirxê 250 milyon dolaran girebesta alîkariyê îmze kir.

Dana Gasê ragihandiye ku wê DFC wê ji bo maweya 7 salan alîkariya 250 milyon dolaran bide Pearl Petroleumê ku mebest zêdekirina berhemanîna gaza sirûştî ya paqij e ku rojane bigihe bi zêdebûna %50 bigihe 690 milyon metrekaban.

Pearl Petroleumêheta niha li Kor Morê zêdetirî 2,1 milyar dolarên amerîkî veberhênan kiriye.