Kurdistan | Li gorî standardên navdewletî wê gaza sirûstî bigihe nav malan

07 îlon 2022 00:01
Kurdistan | Li gorî standardên navdewletî wê gaza sirûstî bigihe nav malan

PeyamaKurd – Serokê Konseya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Muhemed Sukrî derbarê projeyên Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera Hikûmeta Kurdistanê hatiye belavkirin, Şukrî daye xuyakirin ku Konseya veberhênanê di dayîna moletê bo projeyên veberhênanê de berdewam e û heta niha di projeyên hatine qebûlkirin de, zêdetirî 120 hezar kes bûne xwedî kar.

Şukrî daye zanîn ku rêjeya veberhênana 2022yan 686 milyon dolaran derbas kiriye û ev jî di dema kabîneya hikûmeta 9emîn pêk hatiye ku di nav 17 salan de gihîştiye rêjeya ji sedî 20an a veberhênanê.

Li ser projeya gihandina nav malan a gaza sirûştî jî Şukrî diyar kiriye ku wê ji bo radestkirina projeya gazê xebateke du qonaxan bimeşînin ku yek ji wan çêkirina tankên depokirina gazê ye ya duyem jî diyarkirina kompaniyên ku binesaziya gazê çêbikin e.

Herwiha diyar kir ku wê li demên pêş Herêma Kurdistanê êdî tupên gazê bikar neyîne û gaz li gorî standadên navnetwî bigihe nav malan.