Ji bo pêsxistina sektora gaza Kurdistanê daxwaz ji Serokê Amerîka hat kirin
PeyamaKurd - Odeya Bazirganî ya Amerîkayê pêşniyar li rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden kir ku ji bo sektora gaza Herêma Kurdistanê hevkariyê bike.
Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Iraqê pêşniyareke nû dan Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo karkirina rasterast ligel hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo pêşxistina kêlgehên gaza xwezayî.
Odeya Bazirganî ya Amerîkayê pêşniyar kir ku Amerîka ji meha Nîsanê ve ligel destpêkirina Diyaloga Stratejîk girîngiyê bide ser çar mijaran; hevahengiya darayî-aborî û reformên sîstema bankî ya Iraqê, hevbeşkirina Iraqê di derbaskirina rewşa koronayê de û destpêkirina diyaloga tendurust, hevkarîya ligel Iraqê bo bidestxistina gaz û elektrîkê bi awayekî serbixwe û herwiha hewldana pêşxistina aboriyê li navçeyên taybet ên aborî.
Herwiha Odeya Bazirganî ya Amerîkayê û Encûmena Bazirganî ya Amerîka-Iraqê di pêşniyareke xwe de dibêjin: divê Amerîka hevkariya pêşxistina çavkaniyên gaza xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bike, ji bo ku welat di warê berhemê gazê de li ser piyan bimîne.
Di pêşniyara çar madeyan ya Odeya Bazirganî de, di çarçoveya civîna Banka Cîhanî û Sindoqa Navdewletî ya Diravan de ku meha pêş tê sazkirin, civîneke taybet bi hevahengiya Amerîka û Iraqê bi beşdarbûna berpirsên Iraqî tê sazkirin û Wezîrê Darayî yê Iraqê jî bo wê civînê hatiye vexwendin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin