Savci Sayan: Partiyeke Kurdî ya pistevaniya Erdogan bike tê avakirin

18 mijdar 2020 22:43
Savci Sayan: Partiyeke Kurdî ya pistevaniya Erdogan bike tê avakirin

PeyamaKurd – Piştî daxuyanîyên şaredarê Qersê yê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin Ayhan Bilgen û gotinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê avakirina partiyekê ji nav HDPê, Serokê Şaredariya Agiriyê yê AKPê Savcî Sayan jî îdia kir, partiye kurd tê avakirin û wê piştgiriyê bide Tifaqa Cumhur.

Savcî Sayan li ser hesabê xwe yê twitterê gotiye: “Siyasetmedarên Kurd ên mihafezekar ku HDPê û terorê red dikin û piştevanên yekîtî û hevgirtina welat (Tirkiye) dikin, partiyeke nû ava dikin û wê piştevaniya  tifaqa Cumhur bikin. Ev agahiyeke nû û teqez e.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî 4ê Mijdarê gotibû: “Dixwazin tifaqa Mîlet perçe bikin. Ji bo avakirina partiyeke Kurdî ya bibe alternatifê HDPê dest bi liv û tevgeran kirine. Ez vê baş dizanim. Medyaya nêzîkî desthiltdariyê fêhm kir ku nikarin tiştekî ji me bikin. Ji bo avakirina partiyeke nû gelek pere xerc dikin. Dibêjin were pere amade ye.”