Savci Sayan ji bo bibe parlamenter ji seroktiya saredariya Agiriyê îstifa kir

17 adar 2023 21:26
Savci Sayan ji bo bibe parlamenter ji seroktiya saredariya Agiriyê îstifa kir

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê Savci Sayan ku ji AK Partiyê hatiye hilbijartin, beriya hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo serlêdana namzediya parlamenteriyê bike, ji seroktiya şaredariyê dest kişand.

Savci Sayan, îro 17ê Adarê ji bo ku hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de ji AKPê bibe namzedê parlamenteriyê îstifa kir.

Serokê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan gotiye; “Min ji serokomar re got, `ez dixwazim di asta neteweyî de siyasetê bikim.` Wî jî daxwaza min qebûl kir.”

Piştî îstifaya Savci Sayan tê çaverêkirin Meclîsa Şaredariya Agiriyê li şûna wî ji nav endamên Meclîsa Şaredariyê serokekî nû hilbijêre.