Parlamentoya Almanya: Dibe ku mûçeyên Parlamenteran kêm bibe
PeyamaKurd – Li Parlamentoya Federal ya Almanya, tê çaverêkirin îsal jî mûçeyên Parlamenteran kêm bibe.
Li gor Birêvebiriya Ragihandinê ya Parlamentoya Federal piştrast kir, dibe ku mûçeyên Parlamenteran kêm bibe, lê wê ev biryar di dawiya meha Adarê de, bi temamî zelal bibe.
Birêvebiriya Amaran a Federal diyar dike, niha her Parlamenterek Alman, mehane 10 hezar û 83 Euro û 47 Centan werdigre, tê çaverêkirin, 60 Euro û 50 Cent jê dakeve û bibe 10 hezar û 22 Euro û 97 Cent. Par jî ji ber şewbê, mûçeyê Parlamenteran nehate zêdekirin.
Li gorî amarên fermî yên sala 2020an, li Almanya ji ber şewbê mûçe li gorî berê ji sedî 0,6 hatin kêmkirin. Bandora vê li ser mûçeyê Parlamenteran dike 60 euro û 50 cent.
Herwiha Saziya Destpakiya Sivîl ya ku çavdêriya çalakiyên Parlamenteran dike dibêje, kêmkirina mûçeyê Parlamenteran, biryareke rast e û di cihê xwe de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin