Parlamenterê DEM Parti: Çekdanîn li Hewlêr û Silêmanî dê bibe

06 tebax 2026 21:19

Parlamenterê DEM Partiyê Sinan Çiftyurek diyar kir ku pêşnûmayasaya çarçoveyê ya pêvajoya aştiyê ji bo teslîmkirina çekan a PKKyê ye. Çîftyurek got: "Bi beşdariya bi hezaran PKKyiyan li Hewlêr û li Silêmanî merasîmên mezin ên çekberdanê dê bên kirin."

Parlamenterê DEM Parti: Çekdanîn li Hewlêr û Silêmanî dê bibe

RûpelNews - Piştî demeke dirêj li Tirkiyeyê, pêşnûmaqanûna çarçoveyê ku dihat payîn wek beşek ji pêvajoya aştiyê were pêşkêşkirin bi îmzeyên nêzîkî 360 parlamenteran ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hate pêşkêşkirin.

Pêşnûmayasayê ya 12xalî, ew bendên yasayî diyar dike ku dê werin cîbicîkirin piştî ku saziyên ewlehiyê piştrast bikin ku PKK/KCK û sazûmanên pê ve girêdayî di pratîkê de ji holê rabûne û çek û cebilxaneya di bin kontrola wan de teslîm kirine. Piştî ku biryara Konseya Ewlehiya Neteweyî ya ku vê biryarê piştrast dike di Rojnameya Fermî de bê weşandin, dê derbarê lêpirsîn, dozgerî û cîbicîkirina cezayên dawîkirî yên li dijî kesên ku ev qanûn li ser wan tê de, dest bi karûbaran bê kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Sinan Çiftyurek derbarê qanûna çarçoveyê û pêvajoyê de ji RûpelNewsê re axivî.

Çiftyurek diyar kir ku pêşnûmeqanûn dê sibê (Înê 7ê Tebaxê) pêşkêşî Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê were kirin û tekez kir ku pêşnûmeqanûn bi serê xwe dê pirsgirêka Kurd çareser neke, ev pêşnûmaqanûn ji bo misogerkirina teslîmkirina çekên li ber destên PKKê ye hate amadekirin.

"Hezaran kes dê çekên xwe li Hewlêr û Silêmaniyê deynin"

Çiftyurek da zanîn li Hewlêr û li Silêmanî bi hezaran PKKyî dê çekên xwe radest bike û wiha got:

"Li gorî agahiyên ku gihîştine destê me, li Silêmanî û Hewlêrê li du platformên cuda wê werin avakirin û çek li wir dê bên danîn. Berevajî merasîma şewitandina çekan a berê, ku peyameke sembolîk û siyasî dihewand, vê carê îhtimal heye ku hezaran kes çekên xwe teslîm bikin. Ji ber vê yekê, ev merasîma nû ya danîna çekan dê pir qerebalixtir be. Bi gotineke din, berevajî cara berê, dê şewitandin çênebe; li şûna wê, çek dê tam wekî ku hene bên danîn. Bê guman, çek dê ji aliyê PKKê ve di merasîmekê de bên radestkirin ku bi îhtimaleke mezin dê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û, bi her awayî, dê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve jî bên şopandin."

Çiftyurek diyar kir ku hîn ne diyar e merasîma radestkirina çekan dê kengê li Hewlêr û Silêmanî were lidarxistin û lê zêde kir ku hîn ne diyar e çek dê ji kê re werin radestkirin an kî dê wan biparêze. Çiftyurek her wiha destnîşan kir ku PKK heta îro ji zêdetirî sed cihan vekişiyaye.

"Danîna çekan a PKKê karekî bi xêr e"

Çiftyurek diyar kir ku wan di serî de digotin rast e ku PKK çekên xwe deyne û da zanîn ku danîna çekan wekî 'pêşketineke erênî' dibînin. Çiftyurek ragihand ku çareseriya rastîn a pirsgirêka kurd girêdayî gavên dewletê ye û wiha axivî:

"Ku çek hatine danîn, ev pêşketineke erênî ye, bi xêr e, serbesberdana 4 hezar kesên ku niha di girtîgehê de ne û vegera bi hezaran ji gelê me yê sirgûnkirî ev hemû pêşhateyên bi xêr e. Di heman demê de, ji bo kesên ku ji çiyayan dadikevin ku vegerin warê xwe, ev pêşketineke erênî û bi xêr e. Gelê kurd dê li ser bingeheke sivîl û demokratîk li Kurdistanê têkoşîna xwe bidomîne. Bila ez vê yekê zelal bikim. Dewlet li ser bingeha şert û mercên herêmî û rewşa kurdan, ango qelsiyên wan, hesab dike û tevdigere. Ew şaşiyekê dike. Careke din, ew pirsgirêkê paşve dixe. Ew her tim wê paşve dixe. Li şûna ku bi pirsgirêka kurd re rûbirû bibe, ew wê paşve dixe. Bangewaziya me ji dewletê re ev e: Hûn nikarin careke din pirsgirêkê paşve bixin. Ev pirsgirêkeke kurdî ye; ew mijara hebûna neteweyekê bi xwe ye. Bêyî ku hebûna kurdan di Destûra Bingehîn de were naskirin, bêyî ku perwerdehiya bi zimanê dayik were qebûlkirin û bêyî ku ev her du gavên pêşîn werin avêtin, nabe ku behsa çareseriya pirsgirêka kurdî were kirin. Wekî gelê kurd, em li bendê ne ku ev pirsgirêk li ser bingeheke sivîl û demokratîk were çareserkirin. Pêncî milyon kurd ji bo hişmendiya neteweyî hişyar bûne û bi israr li ser piyan in."