Saredariya Xarpêtê (Elazig) ji hemwelatiyan xwîn xwest

25 rêbendan 2020 05:18
Saredariya Xarpêtê (Elazig) ji hemwelatiyan xwîn xwest

PeyamaKurd- Şaredariya bajarê Xarpêtê (Elazığ) di ser hesabê xwe yê Twitterê de bo birîndarên erdheja Sîvrîceyê bi awayeka bilez ji hemwelatiyan xwînê xwest. Şaredarî di ser hesabê Twitterê de weha got:

“Bo hemwelatiyên me yên ku di nexweşxaneyan de tedawî dibin, pêdiviya wan bi xwînê heye. Em ji xelkê xwe daxwaz dikin ku herin nexweşxaneyan û xwînê bidin.”

Her weha şaredarî ragihand ku bi sedema trafîka zêde xebata bo qezazadeyên erheja Sîvrîceyê kêmasî dikeve xizmetê û hemwelatî heya karibin rêyan vala bihêlin û erebeyên rêwiyan yên giştî weka otobus û dolmûşan bikarbînin.