Duhok: 3 kes tûsî nexwesiya xwînrêjiyê bûne

10 îlon 2024 18:29
Duhok: 3 kes tûsî nexwesiya xwînrêjiyê bûne

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê 3 kesên ku tûşî nexweşiya xwînrêjiyê bûne hatine tomarkirin

Nexweşiya 'xwînrêjiyê' wek nexweşiya 'xwînxwariyê' jî tê naskirin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Parêzgeha Duhokê Metîn Berwarî bi daxuyaniyekê ragihand ku li Duhokê 3 haletên nû yên tûşbûnataya hemorrajîk (xwînrêjî) hatine tomarkirin.

Berwarî da zanîn ku her 3 tûşbûyiyên xwînrêjiyê li Barderaşê hatine dîtin û got: "Testên ku ji Bexdayê re hatine şandin erênî bûne û rewşa tenduristiyê ya 3 kesan jî baş e.

Li gel van her sê haletan, îsal li Herêma Kurdistanê 11 hemwelatî tûşî nexweşiya taya hemorrajîk bûbûn.

Ev nexweyiya xwînrêjî ku wek 'Taya hemorrajîk' tê zanîn nexweşiyeke giran ku ji ajalan derbazî mirovan dibe û ji mirovan derbasî mirovan dibe.