Li Iraqê ji ber taya xwînê 18 kesan can da
22 gulan 2022 14:59
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li seranserê Iraqê ji ber nexweşiya taya xwînê (Vîrusa Kirim Kongo) 18 kesan can daye.
Berdevkê Wezîrareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf el-Bedir, eşkere kir ku heta niha 18 kesan ji ber nexweşiya taya xwînê can daye û haletên wê nexweşiyê jî her diçe zêdetir dibin.
Bedir, daye xuyakirin ku li seranserê Iraqê hejmara haletan gihîştiye 90 kesan û heger bilez nexweş neyên tedawîkirin hejmara mirinan wê zêdetir bibe.
Nexweşiya Kirim-Kongo Kela Hemorajik (KKHA), ji qirniyên ajalan derbasî mirovan dibe û piştre ew qirnî li ser mirovan enfeksiyonê çêdikin û dibin sedema xwînberbûnê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Li Kongoyê nexwesînekî ku nayê zanîn, bû sedema mirina 143 kesan
03 brf 2024
Koçber
WHOyê hisyarî da: Coronavîrus hê jî heftane 1700 kesan dikuje
12 trm 2024
Cîhan
Serokê Iraqê Resîd: Tekane rêya sererastkirina xetayan hilbijartine
10 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin