Lijneya Hec û Umreyê ya Iraqê: Serjimêrî ji bo diyarkirina kotaya Hecê pêwîst e

22 cotmeh 2024 14:20
Lijneya Hec û Umreyê ya Iraqê: Serjimêrî ji bo diyarkirina kotaya Hecê pêwîst e

PeyamaKurd – Rêvebirê Nivîsgeha Yasayî ya Desteya Hec û Umreyê ya Iraqê Hesen Mûsewî ragihand ku wê encamên serjimêriya giştî ya nifûsê ji bo diyarkirina kotaya hecê ya Iraqê wek bingeh were girtin.

Hesen Mûsewî di daxuyaniya xwe ya 21ê Cotmeha 2024an de eşkere kir ku encama serjimêriya giştî ya plankirî ya nifûsê wê ji bo diyarkirina kotaya hecê ya Iraqê esas bê girtin û li ser vê mijarê bi Erebistana Siûdî re di nava pêwendiyê de ne.

Mûsewî diyar kir ku piştî bidawîhatina serjimêriya Iraqê ku biryar e di 20 Mijdara îsal de were lidarxistin, dê li gel aliyên Erebistana Siûdî bicivin û pişka heciyên Iraqê li gorî encamên serjimêriyê diyar bikin.

Hesen Mûsewî got, "Erebistana Siûdî israr dike ku kursiyên Hecê yên her welatekî li gorî nifûsê were dabeşkirin, ji ber ku ev hejmar rast in û di qada navneteweyî de hatine qebûlkirin.”

Kotaya diyarkirî ya Hecê ya Iraqê salane 33 hezar kes e, lê Erebistan her sal vê hejmarê zêde dike.

Komisyona Bilind a Hec û Umreyê pêştir ragihandibû ku pişka parêzgehan li gorî hejmara texmînkirî ya ku ji aliyê Wezareta Plandanan a Iraqê ve hatiye pesendkirin hatiye diyarkirin.