Li Iraqê ISIDê ji malbatekî du kesan kust

09 tîrmeh 2024 01:34
Li Iraqê ISIDê ji malbatekî du kesan kust

PeyamaKurd – Rêxistina IŞİDê ya terorîst li Iraqê li bajarê Selahaddinê nêzî navça Amirliyê di êrîşa çekdarî de ji heman malbatê 2 kesan kuşt.

Piştî êrîşê, hêzên asayîşê operasyonekî berfireh da destpêkirin. Li gor ragihandina çapemeniyê; bav û kurê xwe çûne Gol a Amirliyê da masiyan bigrin û IŞİDê êrîşê wan kiriye.

Piştî kuştina bav û kur IŞİDî ji deverê reviyane. IŞİD gelek caran êrîşê sîvîlan dike, direvîne an dikuje. Tevî di ser têkbirina IŞİDê de ev çend sal derbasbûye, car din li gelek deveran hebûna IŞİDê dewam dike, bi taybetî li gundewarên deverên Kerkûk, Diyala, Mûsil, Salahaddin û Enbarê.