Saredarê Esenyurta Stembolê hate binçavkirin
PeyamaKurd – Şaredarê Esenyurta Stembolê Ahmet Ozerê CHPyî (Partiya Gel a Komarê) hate binçavkirin.
Li gorî ku hatiye ragihandin, sedema binçavkirina şaredarê Esenyurta Stembolê, “karên ji ber têkildarî PKKyê” ne.
Polîsan hem li odeya wî ya şaredariyê û hem jî li avahiya şaredariya Esenyurtê hemûyî lêgerîn kir û kolana ku avahiya şaredariyê lê ye jî ji çûnûhatinê re asê kir.
Ji aliyê din ve serokê giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li civîneke li Enqereyê li dar ketî, bertek nîşanî wê îdiayê da ku şaredarê ji partiya wî pê hatiye binçavkirin û got, “Belgeya ku bêsûcdariya Ahmet Ozer dipeyitîne, di destê min de. Polîsan deriyê şaredariyê şikandiye û her weha nehêlane ku Ahmet Ozer li gel parêzerên xwe biaxive.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin