Sanna Marin: Ez hêvî dikim, Tirkiye endamtiya me zû qebûl bike
PeyamaKurd- Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin, di Lûtleya Rêberên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya nefermî de ji bo rojnamevanan axivî û got ku ew hêvîdar in Tirkiye di demeke kin de endamtiya wan a NATOyê qebûl bike.
Sanna Marin, di Lutkeya Rêberên YEyê ya li paytexta Çekyayê ya Pragê tê rêvebirin de bersiva pirsên rojnamevanan da. Marin, li ser pirsên endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê jî axivî û bal kişand ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku gotibû “Finlandiya ne mesele ye”.
Marin, li ser hêviyên ku Tirkiye endamtiya wan qebûl bike got,
“Dema ku mijar Tirkiye be, em di polîtîkayên xwe de her dem lihevkirî ne. Me di Lûtkeya NATOyê ya Madridê de hevdîtin kirin. Niha em wan lihevkirinan bi cih tînin. Ez hêvî dikim ku Tirkiye di dema herî kin de endamtiya me qebûl bike.”
Sanna Marin, li ser hevdîtinên navbera Tirkiye û Swêdê şîrove nekir û got ku
“Ez wisa difikirim, endamtiya Swêd û Finlandiyayê bi hev re bê qebûlkirin, girîng e. Lewra ev, mijara ewlehiya bakurê Ewropayê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin