Mîr Huseyn Mûsewî: Hêvî dikim ku artês derbasî aliyê heqiyê û xelkê bibe
PeyamaKurd – Namzedê serokkomara Îranê yê berê ku li hemberê Ahmedî Nejad rabû, Mîr Huseyn Mûsewî yê reformkar nameyekî ji artêşa Îranê re nivîsand û di name de weha got:
“ Di vê rewşa hesas û xemgîniyê de divê ez bi bîra artêşa Îranê bixim ku Îranê, mal û heqqê xelkê biparêzin. Niha jinên me û hemwelatiyên me ji bo bîranîna bi sedan daxwazên Jîna Emînî, ew daxwazên ku hatine jîbîrkirin, madem dengê xwe bilind dikin, mafê ti kesî tine ku li hemberê milletê bisekine û soza ku daye milletê jibîr bike.
Ji bo artêşê dibêjim, erka ku dane we, ew e ku hun xelkê biparêzin, zilmê li wan nekin, mezlûman biparêzin, nebin bindestê otorîte û zaliman, di serî de aştiya belengaz û bi milyonan mirovan biparêzin. Ne ku desthilatê û otorîteyên nezan xwurt bikin. Hêvî dikim hun derbasî aliyê heq û eniya xelkê bibin.”
Mûsewî di nama xwe de ji bo Jîna Emînî weha dibêje:
“Keça Îranê, keça Kurdistanê, keça mirovahiyê! Wê dîroka vî welatî û esman, bi wê mirina wê ya dil dişkêne biguhire. Xwîna mezlûman ji zilma zaliman xwurttire. Roja mezlûman ji ya zaliman pîroztire. Ola wan ji dînê zoradariyê û ewlehiya wan ji alavên polîsan geştire.”
Mûsewî di salên 1981 heya 1989an 8 sal serokwezîrê Îranê bû. Di sala 2009an de bû namzedê serokkomariya Îranê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin