Sanesîn Performans bi promiyera leyztika xwe ya nû ‘Sera Pîra’ dertê ser dikê

01 hezîran 2024 19:05
Sanesîn Performans bi promiyera leyztika xwe ya nû ‘Sera Pîra’ dertê ser dikê

PeyamaKurd – Koma şanoyê ‘Şaneşîn Performans’ bi performanseke nû ‘Sera Pîra’ derdikeve pêşberî hezkiriyên şanoyê.

Şaneşîn Performansa ku beriya niha bi 6 leyztikên xwe yên bi navê; Bêcir, Pençeşêr, Înfaz, Şengê û Pengê, Şêxê Senaniyan û Mişk û Mirov hebûna xwe ya li ser dika şanoya Kurdî mîsoger kiribû, bi goncivandina li Kurdî ya leyztika Alfonso Paso performansa xwe ya 7emîn pêşkêş dike.

Di leyztika ‘Sera Pîra’ ya şêwaza komêdî ku wergera metna wê ya Alfonso Paso, ji alîyê Umît Aktaş ve li Kurdî hatîye kirin de Leyla Denlî, Şukran Algul, Turan Îlhan, Volkan Kaçîra û Wedat Ermîş leyztikvaniyên xwe pêşkêş dikin.

Di leyztika ‘Sera Pîra’ ya ku bi derhêneriya Umît Aktaş hatiye performekirin de Şêrko Janzêm barê Alîkariya Derhêner, Recep Îçen barê Dramatûrjiyê û Bekir Arslanhan jî barê karên teknîkî hilgirtine ser milên xwe.

Promiyera leyztikê îşev e

Promiyera leyztika ‘Sera Pîra’ a Şaneşîn Performansê, îşev di demjimêr 20:00ê êvarê de, li Hola Şanoyê ya Şaneşîn Performansê ya Mêrdînê li benda hezkiriyên şanoyê ye.

Şaneşîn Performans, di 9ê Sebata 2022an de li Mêrdînê, ji alîyê çend mamosteyên zimanê Kurdî û dildarên şanoyê ve hatibû damezirandin.