Sanesîn Performansê lîstika xwe ya yekem “Bêcir” pêskêsî sanohezan kir
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, yekemîn koma şanoya Kurdî bi navê Şaneşîn Performansê hat avakirin û komê lîstika xwe ya yekem “Bêcir” pêşkêşî şanohezan kir.
Koma şanoyê “Şaneşîn Performans”, bi kêmderfetî ji aliyê xwendekarên Kurdolojî yên Zanîngeha Artuklûyê ve, bi armanca valahiya şanoya Kurdî li Mêrdînê tije bikin hat avakirin.
Şaneşîn Performansê, weke destpêkê lîstikek ji adaptasyona nivîskar û lîstikvanê navdar ê şanoya Fransî Moliere amade kirin û lîstika xwe ya yekem di 10ê mehê de li Baroya Mêrdînê pêşkêş kirin.
Di lîstika wan a yekem de eleqeyek mezin ji şanohezan hat û salona Baroyê heta dawî tije bû. Lîstika wan ji aliyê temaşevanan ve gelekî hat ecibandin û ji ber bi kêmderfetî hunera xwe pêşkêş kirin, ji aliyê wan ve hatin pîrozkirin.
Hêjayî gotinê ye, Şaneşîn Performans cara duyem sibê di 17 Nîsanê de li Baroya Mêrdînê carek din derdikeve pêş temaşevanan. Kesên dixwazin dikarin ji ser hesabên wan ên medya civakî vexwendnama xwe bistînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin