Sandeka Herêma Kurdistanê ji bo revandiyên êzîdî diçe Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd - Şandeka Herêma Kurdistanê ji bo kurdên êzîdî yên ku DAIŞê ew revandibûn Sûriyê, diçe Rojavayê Kurdistanê.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina kesên revandî yên êzîdî Husên Kuro ji malpera PDKê ra gotiye, ji destpêka operasyona rizgarkirina nahiya Baxoz li parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê ve heta niha, zêdetirî 70 kesên revandî yên êzîdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Husên Kuro daye zanîn, herî dawî 21 revandiyên êzîdî, yên ku li Baxozê hatibûn rizgarkirin, gihîştin nav mirovên xwe yên li Herêma Kurdistanê, bi vî rengî hejmara wan kesên ku hatine rizgarkirin, gihîşt 3 hezar û 422.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzîdî daye xuyakirin ku ji bo zanîna çarenûsa beşek ji revandiyên êzîdî li Sûriyê, şandeka Herêma Kurdistanê diçe Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin