Sanda Parêzgeha Duhokê bi encûmena bajarê Gainesville yê Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd – Şanda Parêzgeha Duhokê, bi serokatiya Parêzgarê Duhokê Elî Teter, bi encûmena bajarê Gainesville yê Amerîkayê re civiyan.
Hat zanîn, di destpêka civînê de ji bo rêzgirtina li şehîdên zilmlêkirî yên jenosîda Kurdistanê xulekekê rawestiyan, pişt re Serokê Şaredariya Gainesville kêfxweşiya xwe bi destexwişkiya navbera her du bajaran nîşan da.
Herwiha Parêzgarê Duhokê di civînê de, dîrok, erdnîgarî, jîngeha parêzgeha Duhokê û sektorên cuda pêşkêş kir, piştre spasiya welatiyan û berpirsên bajarê Gainesville kir ji bo rêkeftina destexwişkiya navbera her du bajaran.
Herî dawî her du aliyan di warên çandinî, tendirustî û perwerdehiya bilind de pêşveçûna pêwendiyên navbera her du bajaran gotûbêj kirin û di siberojê de li ser vê mijiarê bixebitin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin