Li Duhokê, bajarê Mîtaniyan ê 3400 salî hat kifskirin
PeyamaKurd-Ji aliyê Tîmên hevbeş ên Rêveberiya Şûnwaran û Rêxistina Şûnwarên Kurdistanê ve ligel Zanîngeha Tubingen û Zanîngeha Freiburg ên Almanî re li navçeya Sêmêlê ya Duhokê, şûnwarên bajêrê Zaxîko yên Dewleta Mîtanî hatin kifşkirin
Hat ragihandin ku li navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ve paşmayiyên bajarekî kevnar ê serdema Şaristaniya Mîtaniyan hatiye dîtin. Ji aliyê şûnwarnasan ve hat ragihandin ku dîroka van bermahiyan, vedigere beriya niha 3400 salan. Li gor lêkolînên şûnwarnasan, bajarê Zaxîko yê ku hatiye dîtin, di navbera salên 1550 û 1350yî yên beriya zayînê de ye û li gorî texmînên bihêztir; ev der, navenda Dewleta Mîtanî bûye.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Tîmên Rêveberiya Şûnwar û Keleporî ya Duhokê û Rêxistina Şûnwaran a Kurdistanê, bi Zanîngehên Tubingen û Freiburg ên Alman re 40 rojin li vê qadê lêkolîn kirine, paşê ji bo parastinê, wan ew şûnwar bi naylon û axê nixamtine. Hat zanîn ku di lêkolînê de 200 tabletên bi nivîsa bizmarî û şûnwarên dîwar û avahiyan hatine kifşkirin ku ev dîwar ji blokan hatine çêkirin.
Li gorî daxuyaniya Berpirsê Rêxistina Şûnwaran a Kurdistanê Dr. Hesen Ehmed Qasim, “Piştî vekolîn hatine kirin, plana vî bajarî hemû hatiye diyarkirin ku ji çi pêk hatiye çêkirin. Şîrhe û balaxanên nav bajêr, zêdabarî wê balaxanê; telara Mîtaniyan di sala 2018an de hatiye dîtin. Zêdetirî 20 tabloyên bizmarî hatine dîtin ku li ser wan, jîn û jiyara xelkê vê deverê tê dîtin.”
Li gorî ragihandina şûnwarnasan, cara yekemîn di sala 2018an de li vê derê avahiya yekemîn hatibû dîtin û bi daketina asta ava Bendava Mûsilê re avahiyên zêdetir diyar bûne. Şûnwarnas radigihînin ku li vê qadê, pêdivî bi lêkolîneke zêdetir heye lê ev yek jî girêdayiyê asta ava bendavê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin