Parêzgeha bajarê Sirnexê ji bo 3 rojan kirina çalakiyan qedexe kir
15 cotmeh 2024 03:07
PeyamaKurd - Parêzgeha bajarê Şirnexê ji bo 3 rojan, ji roja 15ê Cotmehê û pê de qedexeya kirina çalakiyan ragihand. Di van 3 rojan de civîna sehayên servekirî, meş, civîna çapemeniyê, vegirtina konan û tevgerên wekî wan qedexe kir.
Qedexe ji 15 ê Cotmehê seet ji 00.01an destpêdike û heya 17ê Cotmehê seet 23.59an dewam dike.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ‘Dayîkên Aştiyê’ dê ji bo 3 rojan çalakiyan bikin, wê ji bajarên din kes li navça Silopiya meş bikin, daxwuyaniyê bidin û kon vegirin.
Ji ber van sedeman, wê her cûre çalakî nên kirin, ji bo çalakiyan, divê îzna parêzgehê, asayîşê û qeymeqamiyan bistînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Parêzgeha bajarê Mûsê kirina çalakiyan 7 rojan qedexe kir
06 cot 2023
Cîhan
Li bajarê Wanê ji bo deh rojan kirina çalakiyan hat qedexekirin
29 mjd 2024
Jiyan
Li bajarê Muglayê di 5 rojan de ji ber brûskê 50 car sewat derket
05 îln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin