Sanda opozîsyona Sûrî ji Serok Barzanî xwest...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 2yê Sibatê pêşwazî li şanda danûstandinkar a opozîsyona Sûriyê kir. Şanda mêvan ji Serok Barzanî daxwaz kir ku di qeyrana Sûriyê û pêşeroja Kurdan de rola wî hebe.
Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, “Roja şemî 02.02.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye kir ku ji Dr. Nesir Herîrî Serokê Deste û Endamên Desteya Danustandinkarê Rikeberên Sûriye pêk hatibûn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, di hevdîtinê de şanda mêhvan spasiya helwestên Serok Barzanî ya li palpiştîkirin û xemxwariya rewş û jiyan û guzeraniya xelkê Sûriye li şer û qeyranên kûr ya salên derbasbûyî kir û ji bilî wê tekez li ser pêgeh û bandora Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan kir.
Şanda opozîsyona Sûriyê, daxwaz kir ku Serok Barzanî ji bo qeyrana Sûriyê û paşeroja Kurdan rola xwe pêk bîne.
Di daxuyaniyê de de wiha hat gotin: “Her li vê hevdîtinê de di derbarê helwesta welatên zilhêz û pêşhatên siyasiyên dawî ya Sûriye û her wiha biryara paşvekêşiya hêzên Amerîka li wî welatî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hevkarî û hemahengiya hemû aliyek kirin ku giriftan li rêya siyasî û bi awayeke diyalog û hevdu têgihîştinê de bê çareser kirin. Her wiha ronahî jî xistin li ser rola aliyên siyasiyên Kurdên Sûriye ya ji bo çareserkirina kêşeyan û derbasbûna ji qeyranan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin