Sanda CHPê serdana Semzînanê kir

08 îlon 2021 23:41
Sanda CHPê serdana Semzînanê kir

PeyamaKurd – Şandeke Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkiyê ku parlamentarê bajarê Konyayê Abdullatîf Şener û  parlamentarê Stenbolê Cîhangir Îslam tê de bûn serdana navçeya Şemzînan a Colemêrgê kir.

Şanda CHPê bi dikandar û welatiyan re hevdîtin pêk anî û guhdariya pirsgirêkên wan kir.

Şanda CHPê rozetê naskiriyên deverê yên H.Cemîl Sevmîş, H.Omer Gundogan û H.Kerem Kiliç ku tevlî partiya wan bûne bi wan ve kirin.

Abdullatîf  Şener di merasîma pêvekirina rozetên CHPê de got ku rûspiyên herêmê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe biryar dane bi partiya me re bimeşin û serokê giştî yê partiya me jî bi kêfxweşî rozetên wan bi wan ve kirin.