Sanda CHPê: Em li Hewlêrê bi germî hatin pêswazîkirin, ev ne serdana dawî ye!

06 îlon 2021 00:03
Sanda CHPê: Em li Hewlêrê bi germî hatin pêswazîkirin, ev ne serdana dawî ye!

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) Oguz Kaan Salici li ser serdan û pêşwazîkirina li Herêma Kurdistanê ya roja Yekşemê  5ê îlonê got, ew li Hewlêrê bi germî hatine pêşwazî kirin û destnîşan kir, “Ev wekî Partiya Komarî ya Gel (CHP) yekem serdana me ye, lê piştrast bin ku wê nebe serdana me ya dawî.”

CHPê îro Yekşemê bi şandeke ku tê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHP Oguz Kaan Salici, Şêwirmendê Serokê Giştê yê Berpirsê polîtîkayên Derve yê CHPê Unal Çevîkoz, Endamê Encumena Partiyê Nevaf Bîlek, Prof. Dr. Mehmet Hasan Eken û Enver Omur Plat cih digirt serdana Herêma Kurdistanê kir.

Şanda CHPê pêşî li Selahaddînê bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek kir û piştre jî bi Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civîya.

Piştî hevdîtinê Oguz Kaan Salici ji medyakaran re derbarê serdanê de da xuyakirin, “Em pir bi germî hatin pêşwazîkirin. Em bi pêşwazîkirinek wisa germ kêfxweş bûn. Ev wekî Partiya Komarî ya Gel yekem serdana me ye, lê piştrast bin ku wê nebe serdana me ya dawî.”

Salici behsa pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de kir û wiha axivî: “Hevatliyên me hene, têkiliyên me yên dostaniyê hene, têkiliyên me yên cihê hene, têkiliyên me yên xizmîtiyê hene. Em dixwazin ev pêwendî bibin qonaxek ji bo ku em têkiliyên xwe ber bi nuqteyek çêtir ve bibin. hûn li vê derê aram bin, em jî li Tirkiyê aram bin. Hûn li vê derê dewlemend bibin, em jî li Tirkiyê dewlemend bibin. Ewlehiya me hevpar e, em alîkariya ewlehiya hev bikin. Em gavên ji bo van têkiliyên xizmayetiyê pêşdetir dibin bavêjin.”

Salici ragihand ku hemû mijarên hevpar dikarin bi diyalogê werin gotûbêjkirin û li ser pirsa “pirsgirêkên di navbera Tirk û Kurdan de” got, “Hemû pirsgirêk, pirsgirêkên di navbera Tirkiyê û Iraq, partiyan de, HDP, PDK û pirsgirêkên heremê jî. Li cihê ku em behsa pirsgirêkên xwe bikin, em behsa pêşeroja welatê xwe bikin baştir e.”

Salici li ser pirsa şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de diyar kir, “Binêrin, dema ku tundî û teror hebe, têkiliyên demokratîk nayên danîn. Ji ber vê yekê divê terorîzm û tundî bisekine daku paşê têkiliyên siyasî û dîplomatîk pêk bînin ku bi hev re diyalog bê danîn. Aliyên cuda dikarin diyalogê bikin. Lê ger çek biaxivin û tundî hebe, diyalog nabe.”

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici di derbarê serdana xwe ya Hewlêrê de li ser hesabê xwe yê Twitterê jî daxuyaniyek da û got: “Em li Hewlêrê ne... Em Rêxistina Hevkarî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn (OBÎT) diaxivin. Ji bo ku rêyên diyalogê bi cîranên xwe re vikirî bihêlin, ji bo ku Rojhilata Navîn aram bibe, em wek Partiya Komarî ya Gel çi ji destê me bê, emê hemû alîkariya bidin.”

Hat zanîn ku şanda CHPê wê li Hewlêrê bi nûnerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Tevgera Goran û Rêberên Olî yên Êzdiyan re jî hevdîtinan pêk bîne û piştre li Kerkûkê serdana Eniya Tirkmen ya Iraqê bike.