Sancar: HDP partiya Tirkiyê ye, lê karê me yê herî girîng Pirsgirêka Kurd e!
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, di hevpeyvînekê de li ser gotinên xwe yên ‘HDP ne partiya Kurdan e ya Tirkiyeyê ye’ ku rastî rexneyan hatibû got, “Gewdeya me kurd e. HDP bi kevneşopiya siyasî ya kurd hatiye damezirandin.”
Sancar herwiha dibêje, “Karê me yê herî girîng pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeya wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyeyê ne.”
Sancar herwiha bibîr dixe, “Heger hinek bêjin HDP pêvajoyeke zehmet dijî, ez ê bibêjim na. HDP tê kemilandin. HDP bi kemilandina xwe re tê asta ku di serî de Pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û bandora wê ya siyasî zêde dibe.”
Sancar HDP wekî mîretaya partiyên beriya xwe nirxand û wiha got: “Gewdeyê me kurd e. HDP li ser bedel û kevneşopiya siyasî ya kurd hatiye damezirandin. Hilbijêrên ji sedî 80-90 kurd in. Karê me yê herî girîng Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyeyê ne. HDP, di 6 salên dawîn de xwedî çîrokeke serkeftinê ye.”
Hevserokê HDPê li ser rexneyan jî ev bersiv da: “Gotina min a ‘Em ne partiya kurdan e’ bi zanebûn hat neqandin. Ji ber van gotinên min hin beşên derveyî HDPê min rexne dikin. Heke em HDPe mezin bikin, divê em bibin navenda ku qedera Tirkiyeyê diyar bikin û têkoşîna ked û azadiyê bidin. Divê her kesên di partiyê de hewla hevkariyê bidin.”
Sancar di nav hevpeyvînê de dubare dibêje ku ew partiyeke Tirkiyê ya talibê çareserkirina hemû kêşeyên welat in, lewma jî dibe bi hin derdorên Kurd ên di nav HDPê de şik û gumanên ku pirsgirêkên wan têne piştguhkirin çêdibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin