Tirkekî ket lîsteya 'Sextekarên Herî Zêde Têne Xwestin' a FBIyê
FBIyê ji bo girtina welatiyê Tirk ê ku bi sextekariya li Wezareta Parastinê ya DYAyê tê tawanbarkirin, xelateke 150 hezar dolar dê bide.
RûpelNews - FBIyê ragihand ku ew ê ji bo agahiyên ku bibin sedema girtina Onur Şimşek ê welatiyê Tirkiyeyê yê ku bi tevlêbûna di pîlaneke sextekariya peydakirina parastinê de tê tawanbar kirin ku Wezareta Parastinê ya DYAyê kiriye hedef, heta 150 hezar dolar xelatê bide.
Şimşek li lîsteya FBIyê ya 'Sextekarên Herî Zêde Têne Xwestin' hatiye zêdekirin, ku ev lîste nû hatibû damezrandin ji bo tomarkirina kesên ku bi sextekariya li ser gelê Amerîkayê têne tawanbar kirin.
Li gorî daxuyaniya FBIyê Şimşek û gumanbarên din di navbera Nîsana 2019an û Sibata 2022an de, bi bikaranîna şîrketekê li Floridaya Navîn wekî sexte, peymanên dabînkirina pêkhateyên leşkerî yên krîtîk bi dest xistine.
Şîrketê wisa nîşan dida ku ew hilberînerek li DYAyê ye ku ji teftîşan derbas bû û xwedî kalîfîkasyonên pêwîst e. Lêbelê, hat îdiakirin ku pêkhateyên leşkerî yên navborî di rastiyê de li Tirkiyeyê hatine çêkirin.
Hat ragihandin ku pêkhate paşê ji DYAyê re hatine şandin û ji nû ve hatine pakêtkirin da ku wisa xuya bikin ku li gorî standardên hilberîna DYAyê hatine çêkirin. (Oksijen)
