SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî Samê kir: 3 lesker hatin kustin û 3 lesker jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” diyar kir, di encama êrîşa moşekî ya Îsraîlê de, 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyeke leşkerî ya Sûriyê ji ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” re da zanîn, êvara Yekşemê di saet 20.50an de, Îsraîlê bi roketan êrîşeke asmanî ji aliyê başûr-rojhilatê Beyrûtê ve pêk anî û hin xalên li gundewarê Şamê kir armanc.
Herwiha eşkere kir, ev êrîş hevdem bû ligel êrîşeke din a Îsraîlê ji aliyê deryayê ve ku hin xal li başûrê parêzgeha Tartûs kir armanc.
Di berdewamê de wê çavkaniya destnîşan kir, di encama her du êrîşan de, 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn û ziyanên madî çêbûne.
Herî dawî jî eşkere kir, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî moşekên êrîşkar bû û hin ji wan xistine xwarê.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tohmetbar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin