Îsraîlê êrîsî Samê kir: Herî kêm 15 kustî…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva 19ê Sibatê hêzên Îsraîlê êrîşeke moşekî li dijî Şamê kirine û di encamê de herî kêm 15 kes hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê, li demjimêr 00:22 Îsraîlê êrîşeke asmanî ji bilindahiyên Colanê ve pêk aniye û di encam de çend navçe li Şamê û derdora wê, di nav de taxên niştecihbûnên kiriye armanc.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê destpêkê ragihandiye ku di êrîşê de yek jê serbaz 5 kes hatine kuştin û 15 kesên din ên sivîl jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên xwecihî piştrast kirine, Îsraîlê êrîşî cihekî nêzîkî navendeke kulturî ya Îranî kiriye û di encam de sivîl jî di nav de 15 kes hatine kuştin.
Li gorî dîmenên televizyona fermî ya Sûriyê belav kirine, xuya dike ku avahiyeke 10 qatî hatiye armanckirin û zirareke zêde gihîştiyê.
Îsraîlê mehek berê jî Balafirgeha Navdewletî ya Şamê moşekbaran kiribû û di encam de du jê serbaz çar kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin