Îsraîlê êrîsî Samê kir: 3 mirî

02 sibat 2024 17:58
Îsraîlê êrîsî Samê kir: 3 mirî

PeyamaKurd – Di êrîşa hewayî ya ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî Şamê pêk anî de 3 kes mirin.

Li Şama paytexta Sûriyê di saetên sibê de dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku îro danê sibê balefirên şer ên Îsraîlî çepereke Hizbullaha Lubnanê ya li Şamê bombebaran kir û di encama bombebaranê de 3 kes mirin.

Di 29ê Çile de balafirên şer ên Îsraîlê baregeha şêwirmendiyê ya Pasdarên Şoreşa Îranê ya li herêma Seyîda Zeyneb a nêzî Şamê bombebaran kir. 7 endamên Muhafizên Şoreşê hatin kuştin. Hat ragihandin ku di nav wan de şervanên alîgirên Îranê jî hene 7 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Di 20ê Çile de saet derdora 10:45an de Îsraîl li Taxa Meze ya Şamê avahiyeke ku sivîl tê de bûn hedef girt. Medyaya Sûriyê nivîsîbû ku li taxa bombebarankirî komên çekdar ên Îranê hene.

Ji 7ê Cotmeha 2023an ve ku şerê navbera Hamas û artêşa Îsraîlê destpê kir, car caran deverên sînorî yên Îsraîlê ligel Sûriye û Lubnanê tên bombebarankirin.