SANA: Îsraîlê bi balafiran derdora Samê bombebaran kir
12 sibat 2022 17:03
PeyamaKurd – Ajansa Sana ya hikûmeta Şamê ragihand, Israîlê do nêzî 1ê şevê, bi balafiran derdora Şamê bombebaran kir.
Li gor zanyariyan, di encama bombebarana Israîlê de, leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Herwiha di derbarê êrîşê de, ajansê agahî bi parve nekir û ev agahî jî spartin çavkaniyeke leşkerî.
Li gorî van agahiyan: “Êriş, derdora 1ê şevê pêk hat. Hin moşek ji başûr rojhilatê Beyrûtê û hin jî ji aliyê Colanê ve dihatin avêtin.”
Herwiha hat destnîşankirin, sîstema parastina asîmanî rê li ber moşekan girtiye û çend ji wan anîne xwarê û di encama êrîşê de, leşkerekî hikûmetê hat kuştin û 5 jî birîndar bûn û ziyaneke madî gihandiye derdorê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Îsraîlê êrîsî Samê kir: Herî kêm 15 kustî…
19 sbt 2023
Cîhan
SANA: Israîlê ji bilindahiyên Colanê êrîsî gundewarên Samê kir
21 gln 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin