Sakik: Bila herin ji Erdogan fêr bibin ka Kurdistan li ku ye
Parlamenterê DEM Parti Sirri Sakik, der barê siyasetmedarên ku bertekên tund nîşanî Ahmet Turk e ku peyva Kurdistanê bi kar anî bû got: "Ev mirovên nezan û bêperwerde ne; bila biçin cem Erdogan ji wî bipirsin ka Kurdistan li ku ye."
RûpelNews - Daxuyaniya ku ji aliyê Ahmet Turk ve, li ser Amedsporê ku derbasî Super Lîgê bû ji RûpelNewsê re hat dayîn, di rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de bû sedema nîqaşeke siyasî ya nû.
Di dema pîrozbahiyan de, Ahmet Turk gotibû: "Îro tîmek ji Kurdistanê derbasî Super Lîgê bû ez kêfxweş im,"
Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Oktay Saral û Serokê Partiya Yekîtiya Mezin Mustafa Destici bertekên tund nîşanî Ahmet Turk dan ku peyva Kurdistanê bi kar anî.
Parlamenterê Partiya DEMê Sırrı Sakık, di daxuyaniyekê de ji Numedya24 re, kesên ku ji ber bikaranîna gotina "Kurdistan" Ahmet Turk rexne kirin wek "mirovên nezan" bi nav kir.
Sakık diyar kir navê Kurdistanê di arşîvên Parlamentoya Tirkiyeyê de hey û wiha got: "Eger şêwirmendê Serok bixwaze bizanibe Kurdistan li ku ye, divê ew guh bide wê axaftina Serokwezîrê wê demê û niha Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdoğan û bersiva xwe jê werbigire. Şêwirmend divê berî ku ti daxuyaniyan bide, biçe û bi Erdogan re biaxive, û ji wî fêr bibe ku Kurdistan li ku ye û kîjan herêm û bajar di nav xwe de dihewîne. Ev mirovên nezan û bêperwerde ne."
