Îranê: Keştiyên ku dixwazin derbas bibin bila e-nameyekê rêkin
Hikûmeta Îranê destpêkirina pîlaneke nû ji bo keştiyên ku dixwazin ji Tengava Hurmizê derbas bibin, ragihand. Li gorî pîlanê, ji keştiyan tê xwestin ku ji bo prosedurên derbasbûnê serlêdanan bi rêya navnîşaneke e-nameyê ya diyarkirî bişînin.
RûpelNews - Di daxuyaniyek ku ji aliyê kanala televîzyona dewleta Îranê Press TV ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna serweriya li ser tengavê mekanîzmayek nû hatiye sêwirandin û pêkanîn.
Li gorî daxuyaniyê, keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin dê agahiyan bi rêya navnîşana "info@PGSA.ir" werbigirin û dikarin li gorî rêgezên diyarkirî destûra derbasbûnê bixwazin.
Di vê navberê de, Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran, berê ragihandibû ku ew ê li dijî keştiyên ku li derveyî korîdora ji aliyê Îranê ve hatî destnîşankirin diçin, destwerdanê bike.
