Sakar Sleman: Her rûyek xwedî hebûnek xweser e

24 gulan 2026 18:44

Nîgarkêşa kurd Sakar Sleman derbarê pêşangeha xwe ya li Amedê got, “Her rûyek xwedî hebûnek xweser e lêbelê yek ji wan jî ne bi tenê ye.”

Sakar Sleman: Her rûyek xwedî hebûnek xweser e

RûpelNews - Li Amedê li Avesta Culture pêşengeha hunermenda kurd Sakar Sleman ya bi navê “Bîra Rû” hat nîşandan.

Bi boneya pêşangehê Sakar Sleman îro li Weqfa Kulturê ya Avestayê li ser xebatên xwe yê hunerî gotûbêjek kir.

Sakar Sleman ji RûpelNewsê re got: “Rû ne yek e ne jî tebat e. Her rûyek xwedî hebûnek xweser e lêbelê yek ji wan jî ne bi tenê ye.”

Sakar Sleman got wan yekem pêşangeha “Bîra Rû” li Silêmaniyê pêk anî, weke rawestgeha duyem jî hatine Amedê.

Hunermenda kurd got: “Me pirsek kir: Rûyê insanê kurd weke mêjû, çi jê hatiye, çawa bûye. Ji bo bersiva vê pirse, min ev karê hunerî bi xelk û hunermendên Amedê re kir. Weke hunermendek kurd, dixwazim bizanim ku çi ji rûyê kurdan hatiye.”

Sakar Sleman ji bo pêşwaziya wan a germ spasiya xelkê Amedê kir.

Pêşangeha "Bîra Rû" ya Sakar Sleman li salona "Sub Space" ya Weqfa Kulturî ya Avestayê û li gelek beşên avahîyê hat nîşandan.

Kuratoriya pêşangeha li Amedê hatî pêkanîn Gul Hur û akademîsyen Şener Ozmen kiriye.