Rûsyayê wesana Deutsche Welle rawestand

05 sibat 2022 18:38
Rûsyayê wesana Deutsche Welle rawestand

PeyamaKurd Rûsyayê weşana Deutsche Welle (DW) ya Almanî rawestand û ofîsa wê ya li Moskowayê hat girtin û destûrdana karkirina nûçegîhanan hat betalkirin.

Li gor zanyariyan, Rûsyayê weşana Deutsche Welle (DW) ya çapemeniya Almanyayê ya li derveyî welat qedexe kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daye zanîn, li Rûsyayê rê li ber weşana DW ê ya bi Rûsî bi rêya satelîtê û amûrên din ên weşanê hat girtin.

Herwiha ofîsa DW ya Moskowê hat girtin û destûrdana karkirina nûçegihanên wê hat betalkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, ji bo DW weke “ajanê biyanî” were ragihandin, pêvajoyeke hiqûqî hatiye destpêkirin.

Moskowê bi vê biryarê bertek nîşanî qedexekirina weşanên televîzyona dewletê ya Rûsyayê RT German a li Almanyayê da.

Beriya qedexekirina Moskowê, Komîsyona Destûr û Kontrolê (ZAK) ku ji bo weşana bernameyên televîzyonê yên li Almanyayê destûr heye, weşana televîzyona RT German a li Almanyayê qedexe kir.

Qedexeya ku roja Çarşemê hat ragihandin, wek lîsansa netemamî ya weşana RT Almanî hat binavkirin.

Kremlîn jî ev gava Almanya bi binpêkirina mafê azadiya çapemeniyê, binav kiribû.