Rûsyayê pistrast kir: Hafter peymana agirbestê îmza nekir

14 rêbendan 2020 16:58
Rûsyayê pistrast kir: Hafter peymana agirbestê îmza nekir

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova diyar kir Generalê Lîbyayî Xelîfe Hafter bê ku peymana agirbestê îmza bike ji Moskowê çûye.

Zaxarova ji AFPê re axivî da zanîn ku Hafter Peyman îmze nekiriyê lê sedema îmze nekirina wî eşkere nekir.

Ajansa TASS a Rûsî ragihand ku Wezareta Derve ya Rûsya dê bo agirbesta Lîbya xebatên xwe bidomîne.

Peyvajoya agirbestê ya Lîbya bi pêşengîya Rûsya û Tirkîyê dewam dike. Pevçûnên di navbera Artêşa Neteweyî ya Lîbya ya bi pêşengîya General Hafter û hêzên hikûmetê ser banga hevbeş Moskow û Enqerê bi dawî bûbûn.