Îsraîl: "Di navbera qonaxên peymana agirbestê de veguheztina rasterast tune"
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îdia kir ku di navbera qonaxên agirbestê û peymana pevguhertina girtiyan de li Xezzeyê tu veguherînek rasterast çênebûye û ev yek ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve di nameyek alî de hatî piştrastkirin.
Gideon Saar bi Wezîrê Karên Derve yê Xirvatîstanê Gordan Grlic Radman ê ku serdana Îsraîlê dike, li Qudsa Rojava di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.
Li ser pirseke derbarê agirbest û pevguhertina girtiyan li Xezzeyê, Saar îdia kir ku wan pêşniyara Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji bo dirêjkirina agirbesta li Xezzeyê ji bo 50 rojan di meha Remezanê de û Cejna Cihûyan a Cejna Derbasbûnê (20ê Avrêlê) ji bo serbestberdana girtiyan qebûl kiriye.
Saar îdia kir ku ji ber vê yekê wan ketina alîkariya însanî ya ji bo Xezzeyê rawestandiye û wan sozên xwe heta roja dawî bi cih anîne.
Saar amaje bi hebûna nameyek alî ji rêvebiriya serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden kir, ku tê de bi zelalî tê gotin ku ti veguheztinek rasterast di navbera qonaxên rêkeftinê de çênebûye, Saar amaje bi wê yekê kir, ku ew amadene danûstandinan bidomînin, di nav de qonaxa duyem, di berdêla azadkirina girtiyan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin