Hemas naxwaze qonaxa yekem a peymana agirbestê bê dirêjkirin: Îsraîl 42 rojên din dixwaze

28 sibat 2025 23:02
Hemas naxwaze qonaxa yekem a peymana agirbestê bê dirêjkirin: Îsraîl 42 rojên din dixwaze

PeyamaKurd – Hemasê ragihand ku ew li dijî dirêjkirina qonaxa yekem a peymana agirbestê ya ligel Îsraîlê ye.

Du çavkaniyên ewlekariyê yên Misrî dane xuyakirin ku şanda Îsraîlê ya li paytexta Qahîreyê difikire ku dirêjkirina qonaxa yekem a peymana agirbestê bi 42 rojên din bîne ser maseyê.

Li gorî nûçeyên di medya Îsraîlê de derketine, çavkaniyên Hemasê li dijî dirêjkirina qonaxa yekem a peymana agirbestê ne.

Çavkaniyeke ku navê wê nehatiye eşkerekirin gotiye: "Heta rojek zelal ji bo dawîlêanîna şer û vekişîna tevahî ya Hêzên Berevaniya Îsraîlê neyê diyarkirin, nayê pêşbînîkirin ku hemû rehîne bên berdan".

Hêmas herwiha pêşniyarek jî anî rojevê ku li hemberî rehîneyên Îsraîlî yên nexweş û mirî, girtiyên Filistînî yên ku ji demeke dirêj ve di girtîgehan de ne bên berdan, mercên girtiyên din bên baştirkirin û alîkariyên zêdetir bikevin Xezeyê. Çaverê ye, qonaxa yekem a peymana agirbestê di vê hefteyê de bi dawî bibe.