Rûsyayê êrîş li Ukraynayê kir: 13 kes mirin
Rûsyayê êrîş li paytexta Kîevê ya Ukraynayê kir. Hat ragihandin herî kêm 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Şevê dinê paytexta Ukraynayê Kîev bû qada şer. Artêşa Rûsyayê bi moşek û bi balafirên bê mirov êrîş li Kîevê kirin. Şaredarê Kîevê Vitali Kliçko da zanîn herî kêm cinazeyên 13 kesan ji kavilan hatine derxistin. Serokê Îdarî yê Eskeriya Kîevê Timur Tkaçenko jî diyar kir ku herî kêm 56 kes birîndar bûn.
Li gor amarên Ukraynayê belav kirin di êrîşa şevê dinê de Rûsya 74 moşek û 496 balafirên bê mirov bi kar anîn. Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy dema ev êrîş bihîst li Îrlandayê bû, serdana xwe di nivî de hişt û vegeriya welatê xwe. Rayedarên Ukraynayê bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji stargehên xwe dernekevin da ku xwe ji êrîşan biparêzin.
