Rûsyayê li Deryaya Reş de êrîşî Ukraynayê kir
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan li Deryaya Reş li keştiyeke dewriyeyê ya Ukraynayê daye.
RûpelNews - Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser keştiyên Ukraynayê yên ku ji bo armancên leşkerî têne bikaranîn, didomîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Deryaya Reş, li başûrê bajarê Odesayê, li keştiya dewriyeyê ya Ukraynayê hatiye xistin û hat destnîşankirin ku wê keştiyê parêzvanî ji keştiyên ku çek hildigirtin re dikir.
Herwiha hat gotin ku di êrîşê de firokeyên bêmirov (UAV) hatine bikaranîn.
