Rûsyayê êrîşî benderên Ukraynayê kir: 2 mirî, 29 birîndar
Rûsyayê ragihand ku wê bi çekên pir deqîq û dronan êrîş birine ser benderên Ukraynaya yên Odessa û Chornomorskê. Di heman demê de, artêşa Ukraynayê ragihand ku di dirêjahiya şevê de 17 mûşek û 202 firokeyên bêmirov ber bi welêt ve hatine avêtin. Di êrîşên li ser Odessa û Xarkîvê de du kes hatin kuştin û bi giştî 29 kes jî birîndar bûn.
RûpelNews - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku êrîş li ser bendêrên ukraynî yên Odessa û Chornomorskê hatine kirin.
Di daxuyaniyekê de ji Wezaretê hat gotin ku amûrên leşkerî, depoyên sotemenî û petrolê û herwiha tesîsên barkêşiyê yên li bendêran, ku îdiayê tê kirin ji aliyê artêşa Ukraynayê ve dihatin bikaranîn, hatine hedefgirtin.
Her wiha hat ragihandin ku depoyên sotemeniyê yên li wargehên Belyari û Novye Belyari, li bakurê rojhilatê Bendera Odessayê, hatine lêdan.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di êrîşan de çekên pir deqîq ên ku ji hewa û ji erdê hatine avêtin û her wiha dron hatine bikaranîn.
Ukrayna: 17 mûşek û 202 dron hatin avêtin
Fermandariya Hêzên Hewayî ya Ukraynayê, di heman demê de, ragihand ku artêşa Rûsyayê tevahiya şevê li ser herêmên cuda yên welêt êrîşên hewayî yên berfireh pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê, Rûsyayê 17 mûşek û 202 dron avêtin ser Ukraynayê. Hat destnîşankirin ku hêzên parastina hewayî yên Ukraynayê 174 dron îmha kirine.
Li Xarkîvê du kes hatin kuştin
Oleg Sinegubov, Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Xarkîvê, ragihand ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser Xarkîvê de du kes hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.
Servîsa Rewşa Awarte ya Dewletê ya Ukraynayê (DSNS) ragihand ku di êrîşên li ser Odessa de heşt kes birîndar bûne.
