Rusyayê bi 1,7 milyar dolaran berhem firotin Ewropayê
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina pisporên pîşesaziyê, piştî şerê Ukraynayê jî Rusyayê bi nirxê 1,7 milyar dolaran berhemên nukleerî firotine kompaniyên Amerîkî û Ewropî.
Pisporan diyar kir ku eleqeya zêde ji bo enerjiya nukleerî heye ku ji ber ku gazên karbonê dernakeve, ji bo sotemeniyên fosîl alternatîfeke girîng tê dîtin.
Dema ku li seranserê cîhanê 60 reaktorên di bin çêkirinê de ne, 300 reaktorên din di qonaxa plansaziyê de ne. Lê belê pispor balê dikişînin ser xeterî û pirsgirêkên bi depokirina zibil ku her çend di qonaxa hilberîna enerjiyê de paqij be jî.
Hat diyarkirin ku piraniya 30 welatên ku niha di 440 reaktoran de ji enerjiya nukleer elektrîkê hilberînin, madeya radyoaktîf ku wekî sotemeniyê tê bikaranîn ji Rosatom a girêdayî dewleta Rusyayê digirin.
Rosatom û şaxên wê yên ku Tirkiye jî di nav de li 10 welatan 33 reaktorên nû çêkirine, par 2,2 milyar dolar enerjiya nukleerê hinarde kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin