Amerîkayê pakêta firotina çekên pêsketî ya bi nirxê 20.3 milyar dolaran bo Îsraîlê pejirand

14 tebax 2024 20:05
Amerîkayê pakêta firotina çekên pêsketî ya bi nirxê 20.3 milyar dolaran bo Îsraîlê pejirand

PeyamaKurd – Ajansa Ewlehî û Hevkariyê ya Berevaniyê ya Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina çekên nû yên pêşketî, bi nirxê milyar dolaran ji Îsraîlê re pejirand.

Hate ragihandin ku pakêta Amerîka ya firotina çekan a nû bo Îsraîlê nirxê wê 20,3 mîlyar dolar e.

Hate diyarkirin, di 5 pakêtên cuda yên ku ji bo firotina çekan bo Îsraîlê hatine pejirandin de, balafirên şer, moşekên hewayî, tank û top û wesayîtên taktîkî hene.

Herwiha 75 balafirên şer û cebilxaneyên girêdayî wan, bi nirxê giştî 18,9 milyar dolar dikin ku para herî mezin a firotinê pêk tîne.

Ji aliyê din ve 30 pergalên mûşekî yên asmanî yên menzîla navîn û zêdetirî 32 hezar guleyên tank û alavên din ên pêwendîdar jî di pakêtên din de cih girtine.

Firotina zêdetirî 50 hezar top û alavên pê re jî weke pakêteke cuda hatiye pesendkirin.

Pakêta ku nirxa wê ya giştî 20,3 milyar dolar e, di demeke ku pêvajoya agirbesta li Xezayê nediyar maye û rageşiya li Rojhilata Navîn ji ber îhtimala bersivdana Îranê zêde bûye de, hate qebûlkirin.