Amerîkayê 2 karwanên çekên pêsketî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Di demeke ku Tirkiye gefa operasyoneke nû ya bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê dixwe de, hat ragihandin ku Amerîkayê di çend rojên dawî de 2 karwanên leşkerî yên ji çekên pêşketî pêk dihatin, derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daye xuyakirin ku di çend rojên borî de 2 karwanên leşkerî yên Amerîkayê ji ser Deriyê Sînorî yê El Welîd ê navbera Iraq û Sûriyê derbasî herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) bûne û yek ji wan karwanan ji 40 wesayitan ya din jî ji 90 wesayitan pêk dihat.
SOHRê daye zanîn, topxaneya pêşketî ya cûreya Hawitzer û sîstema radarê ya li dijî dronan jî di karwanên leşkerî de hebûn.
Herwiha cebilxaneyên leşkerî, tankên Bradley, wesayîtên zirxî, kepçeyên tankan, çekên giran û alavên lojîstîk jî di wan karwanan de cî digirtin.
Li gorî zanyariyan çek û alavên leşkerî yên di wan karwanên leşkerî yên Amerîkayê de, li du baregehên li Til Beyder û Şeddadê hatine bicihkirin.
Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA jî ragihandiye ku hêzên Amerîkayê di van rojên dawî de hin alavên leşkerî û çekên giran ku di nava wan de topên pêşketî jî hene, derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine û li baregeha xwe ya Şeddadî ya başûrê Hesekê bicih kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin