Rûsya û Ûkrayna esîrên xwe bi hev guhertin

23 mijdar 2022 23:16
Rûsya û Ûkrayna esîrên xwe bi hev guhertin

PeyamaKurd – Rûsya û Ûkrayna esîrên xwe bi hev guhertin. Terefê Rûsyayê 1 sîvîl bi temamî 35 leşkerên Ûkraynayê serbest berdan û terefê Ûkraynayê 35 leşkerên Rûsyayê serbest berda.

Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku wan 35 leşkerên Rûsyayê ji Ûkraynayê teslîm girtine û weha got:

“Di 23 ê mijdarê de, piştî hevdîtinan 35 leşkerên Rûsyayê ji ser axa Kîevê hatin îadekirin. Wê bi balafirên Rûsyayê wan bibin Moskovayê ji bo rehabîlîtasyonê. Ji wan leşkeran re çi pêwist be ji aliyê tenduristiyê û aboriyê de, dê bênkirin.”

Serokê Baregeha serokatiya Ûkraynayê Andriy Yermak di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Îro 1 ji wan sîvîl bi temamî 35 leşker paş de hatin. Di nav esîran de ji roja ewilî de leşkerên ji Santrala Çernobîlê esîr hatibûn girtin, leşkerên li Azovstal û Maripolê ketibûn destê Rûsna hene. Di van rojên xerab de hinek xeberên baş jî hene.”