Rûsya û Ûkrayna 102 kesan serbest berdan
PeyamaKurd – Di navbera Rûsya û Ûkrayna de guherîna esîran hat kirin û 102 kes serbest hatin berdan. Kesên serbest hatin berdan, 52 kes ji wan Ûkraynî ne û 50 kes jî Rûs in. Ragihandin ji aliyê serokê dîwana serokatiya Ûkrayna Andriy Yermak de di ser hesabê Twitterê de hat kirin. Yermak weha got:
“Zabit, wezîfedarên tenduirstiyê, çawîş esker bi temamî 50 kesên me hatin berdan.”
Wezareta karên derve ya Rûsyayê jî ragihand ku 50 leşkerên Rûsya serbest hatine berdan û dê bi balafiran wan bibin Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin