Rûsya û HSDê 7 roj mohlet dan hêzên rejîmê yên êrîsî Amerîkiyan kiribûn

14 tîrmeh 2020 00:02
Rûsya û HSDê 7 roj mohlet dan hêzên rejîmê yên êrîsî Amerîkiyan kiribûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Rûsî û HSDê ji bo ew hêzên rejîma Sûrî yên li Til Temirê ku ev demek e aloziyan derdixin vekişin mohlet dane wan.

Hêzên Rûs û HSDê piştî wê bûyerê, 7 roj dem dane wan hêzên rejîmê daku ji gundê Mensef yê Til Temirê derkevin.

Berî 2 rojan, hêzên rejîmê dewriyeke hêzên Amerîkayê li gundê Mensef ê 6 km dikeve rojhilatê navçeya Til Temirê sekinandibûn, gule reşandibûn û herwiha mayîn li ser rêya giştî çandibûn.

Li ser banga hêzên Amerîkayê, Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ketibû navberê û pêşiya şerê herdu aliyan hatibû girtin.

Piştî bûyerê doh di navbera HSD, hêzên Rûs û hêzên rejîmê de civînek li baregeha Rûsyayê ya li “Mebaqir” pêk hat.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane, hêzên Rûsya û HSDê 7 roj dem dane hêzên rejîmê da ku ji gundê Mensef vekişin û xalên xwe yên di nava sivîlan de ava kirine, rakin.

Çavkaniyên ji gundên ku hêzên rejîmê lê hene diyar dikin ku hêzên Şamê, şêniyan neçar dikin li dijî dewriyeyên Amerîkayê derkevin.

Di civînê de ji hêzên rejîmê hate xwestin ku sivîlan li deverên xetên temasê asteng nekin. Ger pirsgirêk derketin, Buroya Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin da ku li ser bisekine.

Çavkanîyan destnîşan kirine ku hêzên Rûsyayê piştgirî daye biryarên HSDê û hêzên hikumetê hemû biryar qebûl kirine.