Rûsyayê ji HSDê xwest Eyn Îsayê radestî rejîmê bike
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan ji ber êrîşên Tirkiyê yên berdewam Rûsyayê daxwaz ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir ku bajarokê Eyn Îsayê radestî rêjîma Sûriyê bike.
Li gorî rojnameya Şerq El Ewset ku bi zarê jêderekî leşkerî yê ji Encûmena Leşkerî ya Eyn Îsa ya girêdayî HSDê belav kiriye, berî du rojan li binkeya Rûsya ya li Eyn Îsayê civînek di navbera wan, rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de hatiye kirin û fermandarên Rûsî di civînê de ji HSDê re tekez kirine ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî kontrol bike.
Fermandarên Rûsî daxwaz ji HSDê kirin ku bajarokê Eyn Îsayê radestî artêşa Sûriyê bike, ji bo ku rê li ber gefên Tirkiyê bigire.
Heman jêderî daye zanîn, Rûsya pêşniyaz kiriye, HSD wek li Hesekê û Qamişlo, çargoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê dam û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê werin danîn, bi mercê ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.
Bajarokê Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Spî ve ye û dikeve ser riya navdewletî M4ê û 55 km jî dikeve bakurê Reqayê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî 45 roj in herêma Eyn Îsa rastî topbarana komên çekdar û artêşa Tirkiyê tê û doh jî xaleke asayişê hatibû topbaran kirin.
Ji 17ê meha borî û heta doh ji ber topbaranan, 4 welatiyên sivîl hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin